Pêşbirka Sîyerê ya bi xelat dê sibe bê tertîpkirin

Pêşbirka Sîyerê ya bi xelat ji ber şobê dê îsal li ser înternetê bê tertîpkirin.

Ekleme: 13.02.2021 10:40:34 / Güncelleme: 13.02.2021 10:40:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ew ê îsal dîsa Pêşbirka Siyerê ya bi xelat ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bê tertîpkirin. Lê îsal ji ber şert û mercên şoba coronayê îmtîhan dê online bê tertîpkirin. Kesên ku serî li îmtîhanê dane dikarin  ji ser malpera https://peygambersevdalilari.com beşdarî îmtîhanê bibin.

Îmtîhana kesên ku serî li kategorîya ewil dane di seat 10.00an de, îmtîhana kesên ku serî li kategorîya duyemîn dane di seat 13.00an de û ew îmtîhana kesên ku serî li kategorîya sêyemîn û çaremîn dane jî di seat 16.00an de dest pê bike.(ÎLKHA)