Li Iraqê di xwepêşanên ku li dijî hikûmetê de kesek mir, 33 kes birîndar bûn

Li bajara Nasirîyeya Iraqê di xwepêşanên ku li dijî hikûmetê hatin lidarxistin de di navbera hêzên ewlehîyê û xwepêşandêran de pevçûn derket.

Ekleme: 11.01.2021 11:50:24 / Güncelleme: 11.01.2021 11:50:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Tora Ewlehîya Medyayê ya Serokwezîrtîya Iraqê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destîşankirin, di encama pevçûna ku derket de polêsek canê xwe ji dest da û 33 polês jî birîndar bûn.

Komîsertîya Bilind a Mafên Însanan a Iraqê ve jî daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di xwepêşanan de 43 xwepêşandêr birîndar bûn û 30 xwepêşandêr jî hatin binçavkirin.(ÎLKHA)