​HUDA PAR: “Qedexekirina tesettur û hîcabê bûye sembola zihniyeta CHPê”

Serokê Giştî yê Partîya Doza Azad Îshak Saglam derbarê gotinên ku ji teref parlementerê berê yê CHPê ve derheqê pîreka bi tesettur de hat kirin de daxuyanîyek da.

Ekleme: 05.01.2021 15:15:35 / Güncelleme: 05.01.2021 15:15:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Saglam di daxuyanîya ku da de ji gotinên Fîkrî Saglarê parlementerê berê yê CHPê re bertek nîşan da û destnîşan kir, zihniyeta CHPê ya sedsalî nehatiye guhartin.

“Qedexekirina tesettur û hîcabê  bûye sembola zihniyeta CHPê”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de wisa got: “Dîroka komarê ango CHPê, dîroka wan geşedan û pêkhatîyên terorane ku di wê heyama yek partî de li hember bawerî û nasnameya millet dijmintîyeke mezin hat kirin, Qur’ana Kerîm hat qedexekirin, tedrîsata ilmên Îslamî hatin qedexekirin, ezan bi Tirkî dan xwendin, camî û îbadetgeh hatin girtin  û zirareke mezin ji xelkê re hat dayîn. Her wisa qedexekirina tesettur û hîcabê jî bûye sembola zihniyeta CHPê.  Di encama guherînên ku di siyaseta Tirkîyê de pêk hatinde qedexeyên ku qala wan hat kirin hatin rakirin û di pêvajoyê de CHPê weke ku ji wê zihniyeta qedexeker dûr ketiye tevdigere û dixwaze xwe wisa nîşan bide.Lê belê sepanên hinek şaredarîyên CHPê û hinek hereketên wan ên ku xwe ji xelkê meztir dibînin, bi me dide nîşan ku felsefeya heyama yek partî berdewam dike û tê parastin.”

“Em vê zihniyeta ku êrîşî nirxên bingehîn a civakê dike şermezar dikin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe zihniyeta CHPê şermezar kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji teref şaredarîyeke bajara mezin ve merasîma semayê  ya jin û mêr tevlîhev hat kirin, Qur’ana Kerîm bi Tirkî hat xwendin ku hêj tesîrên vê yekê xelas nebûbû ku Fîkrî Saglarê parlementerê berê yê CHPê, bêedeb hereket kir û destnîşan kir ‘ew ê pîrekên bitesettur bi edalet hukum nedin.’  Ev tev nîşan didin ku dijmintîya CHPê ya li hember tesettur û hîcabê berdewam dike. Dîsa rojnameyeke ku li gor zihniyeta wan hereket dike, vekirina Mizgefta Ayasofya wek ‘felaketên sala 2020î’ nîşan da ku ev yek bi me de dide famkirin ku ev zihniyet hêj daxwaz dike ku îbadetgah werin girtin û bên kirin axûr. Em vê zihniyeta ku êrîşî nirxên bingehîn a civakê dike şermezar dikin.”(ÎLKHA)