Karwana Hêvîyê bi sedan zarokên êtîm kêfxweş kir

Karwana Hêvîyê ya Xarpêtê di meha berfanbarê de ji bi sedan zarokên feqîr re alîkarîya cil û bergan kir û ji malbatan re jî xurek û goştê sor belav kir.

Ekleme: 02.01.2021 12:05:16 / Güncelleme: 02.01.2021 12:05:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref komelê ve hat belavkirin di meha berfanbarê de li Xarpêtê ji 160 zarokên êtîm, feqîr û muxtac re alîkarîya cil û bergan hat kirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, ji 45 malbatan re jî alîkarîya goştê sor û xurekê hat kirin û ew ê xebatên wan ên alîkarîyê berdewam bikin.(ÎLKHA)