Hejmara kesên ku li Entabê ji ber teqînê canê xwe ji dest dan derket 10 kesan

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca derheqê teqîna ku li Nexweşxaneya Zanîngeha SANKO pêk hat de daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 20.12.2020 08:50:06 / Güncelleme: 20.12.2020 08:50:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, hejmara kesên ku li Entabê ji ber teqînê canê xwe ji dest dan derket 10 kesan û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Xweda rehma xwe li wan bike û sebrê bide nasên wan.”(ÎLKHA)