Li Fîlîpînan ji ber bagerê hejmara mirîyan derket 67an

Ji ber bagera Wankoyê li Fîlîpînan her ku diçe hejmara mirîyan zêdetir dibe.

Ekleme: 15.11.2020 13:15:25 / Güncelleme: 15.11.2020 13:15:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Konseya Birêveberîya Afet û Girtina Pêşîya Rîskan a Neteweyî ya Fîlîpînan derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; ji ber bagera Wankoyê li Fîlîpînan herî kêm 67 kes canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşan kirin, ji ber bagarê 12 kes winda bûne û ji bo ku ew bên dîtin xebatên lêgerînê berdewam dikin.

Li gorî daxuyanîya konseyê ji ber bagerê 25 hezar mal zirar dîtin û bager bû sedema 34 milyon dolar zirarê.(ÎLKHA)