Hejmara kesên ku ji ber eraqê mirin derket 73 kesî

Îro ji ber vexwarina eraqê li Îzmîrê 2 kesên din jî mirin û hejmara kesên ku ji ber eraqê mirin derket 73 kesî.

Ekleme: 24.10.2020 09:40:05 / Güncelleme: 24.10.2020 09:40:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li 7 bajarên Tirkîyê ji ber vexwarina eraqê mirin her ku diçin zêde dibin. Hat hînbûn îro ji ber vexwarina eraqê li Îzmîrê 2 kesên din jî mirin.

Digel van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber eraqê mirin derket 73 kesî.

Di bergeha lêpirsîna ku hat destpêkirin de li 18 bajaran heta niha 234 kesê şikdar hatin binçavkirin ku 70 kesê ku hatin derxistin mehkemê hatin tewqîfkirin.(ÎLKHA)