13 gundên din ji îşxala Ermenistanê hatin rizgarkirin

Serokomarê Azerbaycanê Îlhan Alîyev bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir, 13 gundên din ji îşxala Ermenistanê hatin rizgarkirin.

Ekleme: 24.10.2020 08:05:18 / Güncelleme: 24.10.2020 08:05:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Alîyev di daxuyanîya ku li ser hisaba xwe ya medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir; gundên bi navê Dolanir, Bunyadli, Dag Tumas, Nusus, Heleflî, Mînbaşli, Veysellî, Venedlî, Mîrzehesenlî, Zîlanli, Kurd Mahrizli, Muganli, Alakurşak  ji îşxala Ermenistanê hatin rizgarkirin.

Li gorî daneyên ku hatine belavkirin ji roja ku şer û pevçûn dest pê kirine vir ve; 3 bajar, 3 bajarok û zêdetirî 130 gund ji bin îşxala Ermenistanê hatin rizgarkirin.(ÎLKHA)