13 gundên din ji îşxala Ermenistanê hatin rizgarkirin
Serokomarê Azerbaycanê Îlhan Alîyev bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir, 13 gundên din ji îşxala Ermenistanê hatin rizgarkirin.
Alîyev di daxuyanîya ku li ser hisaba xwe ya medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir; gundên bi navê Dolanir, Bunyadli, Dag Tumas, Nusus, Heleflî, Mînbaşli, Veysellî, Venedlî, Mîrzehesenlî, Zîlanli, Kurd Mahrizli, Muganli, Alakurşak ji îşxala Ermenistanê hatin rizgarkirin.
Li gorî daneyên ku hatine belavkirin ji roja ku şer û pevçûn dest pê kirine vir ve; 3 bajar, 3 bajarok û zêdetirî 130 gund ji bin îşxala Ermenistanê hatin rizgarkirin.(ÎLKHA)