Li Efxanistanê li ber konsulxaneya Pakistanê îzdîham: 15 mirî

Di daxuyanîya ku ji teref rayedarên Efxan ve hat belavkirin îzdîham ji ber standina vîzeyê derket.

Ekleme: 21.10.2020 12:09:31 / Güncelleme: 21.10.2020 12:09:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin bi hezaran Efxan ji bo ji konsulxaneya Pakistanê ya li Efxanistana Rojhilat vîzeyê bistînin  kom bûn. Di encama îzdîhama ku li ber konsulxaneya Pakistanê derket de 15 kes canê xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn.

Sohrab Kaderîyê endamê meclîsa bajara Celalabad destnîşan kir ji 15 kesên ku canê xwe ji dest dan 11 kes pîrek in.(ÎLKHA)