Li Efxanistanê li ber konsulxaneya Pakistanê îzdîham: 15 mirî
Di daxuyanîya ku ji teref rayedarên Efxan ve hat belavkirin îzdîham ji ber standina vîzeyê derket.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin bi hezaran Efxan ji bo ji konsulxaneya Pakistanê ya li Efxanistana Rojhilat vîzeyê bistînin kom bûn. Di encama îzdîhama ku li ber konsulxaneya Pakistanê derket de 15 kes canê xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn.
Sohrab Kaderîyê endamê meclîsa bajara Celalabad destnîşan kir ji 15 kesên ku canê xwe ji dest dan 11 kes pîrek in.(ÎLKHA)