Barzanî derbarê kesên sîwîl ên ku li Selahaddîn hatin revandin û kuştin de daxuyanî da

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derheqê komek kesê sîwîl yê ku ji teref kesên çekdar ve pêşî hatin revandin û dû re hatin kuştin de daxuyanîyek belav kir û bûyerê şermezar kir.

Ekleme: 19.10.2020 07:50:15 / Güncelleme: 19.10.2020 07:50:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barzanî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ew ê kesên ku vê êrîşê kirine dê bên tespîtkirin û cezaya wan bê dayîn. Barzanî dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Gelek bi tundî wê tawana dirindane şermezar dikîn ku li navçeya Ferhatiye ya ser bi qezaya Beled ya li parêzgeha Selahedîn rûda û têda hejmarek welatî bûne qurbanî. Hevxemê kesukarên qurbaniyan û xelkê navçeyêyîn.Daxwaz dikîn dezgehên peywendîdarên Hikûmeta Federal dikîn li peydakirin û destnîşankirina wan alî û grûpên terorîstên li pişt wê tawanêne eşkere bike û tawankaran rûbirûyê yasa bike û wan bi sizayên xwe bigihînin.Erkê hemû hêz û aliyan ewe ku ji bo danîna tixûbek beranber êrîş û tawankarî û destdirêjiya berdewam ya li ser jiyana welatiyan û dam û dezgehan, hevkar û palpiştê hikûmetê bin.”(ÎLKHA)