Lavrov û Çavuşoglu derheqê Qerebaxê de hevdîtin kirin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu ji bo çareserkirin kêşeya Qerebaxê li ser telefonê hevdîtinek kirin.

Ekleme: 16.10.2020 14:05:15 / Güncelleme: 16.10.2020 14:05:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê hevîdtina ku hat kirin de ji teref Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di hevdîtina ku hat kirin de her du wezîr jî lihev kirin ku divê ji bo çareserîya kêşeyê teref li gorî maddeyên ku li Moskovayê li ser wan hatiye lihevkirin hereket bikin.

Di hevdîtinê de her wisa hat diyarkirin divê koma Mînsk AGÎT gavên xwe bilez bavêje da ku pêvajoya çareserîyê bên avêtin.(ÎLKHA)