Hejmara kesên ku ji ber eraqê mirin derker 52 kesî

Îro ji ber vexwarina eraqê li Tekîrdagê kesekî din jî mir û hejmara kesên ku ji ber eraqê mirin derket 52 kesî.

Ekleme: 16.10.2020 10:10:14 / Güncelleme: 16.10.2020 10:10:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li 7 bajarên Tirkîyê ji ber vexwarina eraqê mirin her ku diçin zêde dibin. Hat hînbûn îro li Tekîrdagê kesekî din jî ji ber vexwarina eraqê mir.

Digel vê mirina dawî hejmara kesên ku ji ber eraqê mirin derket 52 kesî.

Di bergeha lêpirsîna ku hat destpêkirin de li 18 bajaran heta niha 234 kesê şikdar hatin binçavkirin ku 70 kesê ku hatin derxistin mehkemê hatin tewqîfkirin.(ÎLKHA)