Hejmara kesên ku ji ber eraqê mirin derker 51 kesî

Îro ji ber vexwarina eraqê li Îzmîrê 2 kesê din jî mirin û hejmara kesên ku ji ber eraqê mirin derket 51 kesî.

Ekleme: 15.10.2020 14:25:13 / Güncelleme: 15.10.2020 14:25:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li 7 bajarên Tirkîyê ji ber vexwarina eraqê mirin her ku diçin zêde dibin. Hat hînbûn îro li Îzmîrê 2 kesê din jî ji ber vexwarina eraqê mirin.

Digel van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber eraqê mirin derket 51 kesî.

Di bergeha lêpirsîna ku hat destpêkirin de li 18 bajaran heta niha 234 kesê şikdar hatin binçavkirin ku 70 kesê ku hatin derxistin mehkemê hatin tewqîfkirin.(ÎLKHA)