Mesûd Barzanî û Balyozê Îngîltere li Iraqê hevdîtin kir

Doh li Selaheddînê Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazîya Stephen Hickey Balyozê Îngîltere li Iraqê kir.

Ekleme: 15.10.2020 10:50:20 / Güncelleme: 15.10.2020 10:50:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî û aboriya Iraqê û encamên pejika corona li ser jiyana giştî ya li Herêma Kurdistan û Iraqa Federal hate nirxandin. Her wiha ronahî xistin li ser metirsiyên terorê û ew gefên rûbirûyê proseya siyasiya Iraqê û Herêma Kurdistanê dibin.

Her li vê hevdîtinê de Balyozê  Îngîltere li Iraqê destxweşiyê li rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê kir ku li navbera Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye wajo kirin û hêviya wê yekê jî xwest ku ew rêkeftin bê bi cîhkirin. Di derbarê vê babetê ve Barzanî palpiştiya xwe ya ji bo Hikûmeta Mistefa Kazimî û rêkeftina Şingalê dûpat kir û eve jî xisterû ku pêwîste ew gef nemînin ku rêgirin li ber bi cîhkirina rêkeftina Şingalê û vegerandina koçberan.

Hilbijartinên paşerojê ya Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.(ÎLKHA)