Mesûd Barzanî û Balyozê Îngîltere li Iraqê hevdîtin kir
Doh li Selaheddînê Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazîya Stephen Hickey Balyozê Îngîltere li Iraqê kir.
![Mesûd Barzanî û Balyozê Îngîltere li Iraqê hevdîtin kir](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/GQK-BU5S7D4bkvMyt6Rds8fp13k=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/42/mesud-barzani-u-balyoze-ingiltere-li-iraqe-hevditin-kir-79cd6ef6.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî û aboriya Iraqê û encamên pejika corona li ser jiyana giştî ya li Herêma Kurdistan û Iraqa Federal hate nirxandin. Her wiha ronahî xistin li ser metirsiyên terorê û ew gefên rûbirûyê proseya siyasiya Iraqê û Herêma Kurdistanê dibin.
Her li vê hevdîtinê de Balyozê Îngîltere li Iraqê destxweşiyê li rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê kir ku li navbera Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye wajo kirin û hêviya wê yekê jî xwest ku ew rêkeftin bê bi cîhkirin. Di derbarê vê babetê ve Barzanî palpiştiya xwe ya ji bo Hikûmeta Mistefa Kazimî û rêkeftina Şingalê dûpat kir û eve jî xisterû ku pêwîste ew gef nemînin ku rêgirin li ber bi cîhkirina rêkeftina Şingalê û vegerandina koçberan.
Hilbijartinên paşerojê ya Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.(ÎLKHA)