Rûhanî: “Ambargoya çekan a ku 10 salan berdewam dike heftîya pêşîya me bi dawî dibe”

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî di axavtina ku kir de destnîşan kir: “Ambargoya çekan a ku 10 salan berdewam dike heftîya pêşîya me bi dawî dibe."

Ekleme: 14.10.2020 14:30:17 / Güncelleme: 14.10.2020 14:30:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hesen Rûhanîyê Serokomarê Îranê îro di wextê şeveqê de beşdarî  civîna lijneya wezîran bû û derheqê rojevê de nirxandinan kir.

Rûhanî di nirxandina ku kir de balan kişand li ser ambargoya çekan a ku ev bû 10 sal ji teref Amerîka ve li ser Îranê tê sepandin de wisa axivî: “Ambargoya çekan a ku 10 salan berdewam dike heftîya pêşîya me bi dawî dibe.Amerîka ji bo pêşîya vê yekê bigire ev bû 4 sal ku dixebite. Ji roja yekşemê pêve em dikarin çekan bistînin û çekên xwe bifiroşin.”(ÎLKHA)