Rûhanî: “Ambargoya çekan a ku 10 salan berdewam dike heftîya pêşîya me bi dawî dibe”
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî di axavtina ku kir de destnîşan kir: “Ambargoya çekan a ku 10 salan berdewam dike heftîya pêşîya me bi dawî dibe."
![Rûhanî: “Ambargoya çekan a ku 10 salan berdewam dike heftîya pêşîya me bi dawî dibe”](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/HxYVdCkFD6WwqglgSMUfnC8WoKQ=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/42/ruhani-ambargoya-cekan-a-ku-10-salan-berdewam-dike-heftiya-pesiya-me-bi-dawi-dibe-67a0a0d2.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Hesen Rûhanîyê Serokomarê Îranê îro di wextê şeveqê de beşdarî civîna lijneya wezîran bû û derheqê rojevê de nirxandinan kir.
Rûhanî di nirxandina ku kir de balan kişand li ser ambargoya çekan a ku ev bû 10 sal ji teref Amerîka ve li ser Îranê tê sepandin de wisa axivî: “Ambargoya çekan a ku 10 salan berdewam dike heftîya pêşîya me bi dawî dibe.Amerîka ji bo pêşîya vê yekê bigire ev bû 4 sal ku dixebite. Ji roja yekşemê pêve em dikarin çekan bistînin û çekên xwe bifiroşin.”(ÎLKHA)