6 kesên ku ji ber şewatê di malê de mahsûr man hatin rizgarkirin

Li navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê di avahîyekê de şewat derket, 6 kesên ku ji ber şewatê di mala xwe de mahsûr man ji teref îtfaîyevanan ve hatin rizgarkirin.

Ekleme: 29.09.2020 10:40:15 / Güncelleme: 29.09.2020 10:40:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li Taxa Şehîtlîka Yenîşehîrê di 4emîn qeta avahîyekê de pêk hat.

Şênîyên avahîyê yên ku dîtin şewat derketîye xeber dan îtfaîyê. Ekîbên îtfaîyê yên ku hatin cihê bûyerê midaxeleyî şewatê kirin û 6 kesên ku mahsûr mabûn rizgar kirin.

Kesên ku hatin rizgarkirin hatin rakirin nexweşxanê. Hêj sedema derketina şewatê nayê zanîn.(ÎLKHA)