• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
6 kesên ku ji ber şewatê di malê de mahsûr man hatin rizgarkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer li Taxa Şehîtlîka Yenîşehîrê di 4emîn qeta avahîyekê de pêk hat.

Şênîyên avahîyê yên ku dîtin şewat derketîye xeber dan îtfaîyê. Ekîbên îtfaîyê yên ku hatin cihê bûyerê midaxeleyî şewatê kirin û 6 kesên ku mahsûr mabûn rizgar kirin.

Kesên ku hatin rizgarkirin hatin rakirin nexweşxanê. Hêj sedema derketina şewatê nayê zanîn.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir