Amerîka dibe ku Balyozxaneya xwe ya li Bexdayê bigire

Li gorî hinek xeberên di medyaya Amerîkayê de tên weşandin, ji ber êrîşên ku li Balyozxanê tên kirin Amerîka girtina balyozxaneya xwe ya li Bexdayê plan dike.

Ekleme: 28.09.2020 13:15:15 / Güncelleme: 28.09.2020 13:15:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Tê îddîakirin mijara girtina balyozxanê ji teref Wezîrê Karên Derve Mîke Pompeo ve di hevdîtina ku bi Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî re hat kirin de hat axavtin.

Di îddîayên ku hatin belavkirin de her wisa hat diyarkirin; dibe ku balyozxane bê veguhastin Hewlêrê.(ÎLKHA)