Serokwezîrê Lîbyayê Serrac daxuyand ku ew ê dev ji wezîfa xwe berde

Fayîz Es-Serrracê Serokwezîrê Hikûmeta Mutabaqata Neteweyî yê Lîbyayê bi daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ku ew ê dev ji wezîfê berde.

Ekleme: 17.09.2020 11:05:20 / Güncelleme: 17.09.2020 11:05:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku Serrac belav kir, ew ê di meha pêşîya me de dev ji wezîfê berde. Serrac derbarê mijarê de di televîzyona dewletê de wisa axivî: “Ez ji hemû kesî re îlan dikim ku ez bi dil û can daxwaz dikim ku di dawîya meha cotmehê de rayeyên xwe dewr bikim.”(ÎLKHA)