Hikûmeta terefdarê Hafter îstîfa kir

Li Lîbyayê hikûmeta ku Abdullah es-Senî serokatîya wê dikir û ji teref civaka navneteweyî ve nedihat naskirin îstîfa kir.

Ekleme: 14.09.2020 10:40:14 / Güncelleme: 14.09.2020 10:40:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hikûmeta ku terefdarê Hafter bû  îstîfaya xwe ji Serokê Meclîsa Temsîlkarên Tobrukê Akîle Salih re pêşkêş kir.

Hat hînbûn  qerara îstîfayê ji meclîsê re hat teqdîmkirin û ew ê qerar bê nirxandin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin qerara îstîfayê ji ber protestoyên ku ji ber şert û mercên giran ên li bajara Mercê dest pê kirin hat dayîn.(ÎLKHA)