Li Kurdistana Rojhilat 200 gundî ji ber ava vexwarinê bi jehrê ketin

Li gundekî girêdayê navçeya Selas Bawecanîya Kîrmanşaha Kurdistana Rojhilat 200 gundîyên ku ava vewxwarinê vexwarin bi jehrê ketin û hatin rakirin nexweşxanê.

Ekleme: 08.09.2020 14:15:15 / Güncelleme: 08.09.2020 14:15:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeymeqamê Selas Bawecanî Yedullah Şukrî  derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Şukrî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; ji Gundê Şêx Sele 17 kesên ku bi jehrê ketin serî  Nexweşxaneya Sahrayê dan û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji ber ku hejmara kesên ku bi jehrê ketin zêde bû 11 ambûlans û ekîbên tenduristîyê hatin şandin gund.”

Saman Dîrokê ku şênîyê gund e derbarê mijarê de destnîşan kir; bes çavkanîyeke me ya avê heye. Gundî ji vê kahnîyê avê vedixwarin ku doh ji ber vê avê bijehrê ketin. Dîrok di berdewama daxuyanîya xwe de wisa got: “Ji ber avê 200 kes bi jehrê ketin ku rewşa 20 kesî giran e.”

Li gundê ku lê 200 kes bi jehrê ketin zêdetirî 2 hezar û 500 kes dijîn.(ÎLKHA)