Li Kurdistana Rojhilat 200 gundî ji ber ava vexwarinê bi jehrê ketin
Li gundekî girêdayê navçeya Selas Bawecanîya Kîrmanşaha Kurdistana Rojhilat 200 gundîyên ku ava vewxwarinê vexwarin bi jehrê ketin û hatin rakirin nexweşxanê.
![Li Kurdistana Rojhilat 200 gundî ji ber ava vexwarinê bi jehrê ketin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/Zf4mgPscer9KnxT8EtDrRKG0eGE=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/37/li-kurdistana-rojhilat-200-gundi-ji-ber-ava-vexwarine-bi-jehre-ketin-39327814.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Qeymeqamê Selas Bawecanî Yedullah Şukrî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Şukrî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; ji Gundê Şêx Sele 17 kesên ku bi jehrê ketin serî Nexweşxaneya Sahrayê dan û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji ber ku hejmara kesên ku bi jehrê ketin zêde bû 11 ambûlans û ekîbên tenduristîyê hatin şandin gund.”
Saman Dîrokê ku şênîyê gund e derbarê mijarê de destnîşan kir; bes çavkanîyeke me ya avê heye. Gundî ji vê kahnîyê avê vedixwarin ku doh ji ber vê avê bijehrê ketin. Dîrok di berdewama daxuyanîya xwe de wisa got: “Ji ber avê 200 kes bi jehrê ketin ku rewşa 20 kesî giran e.”
Li gundê ku lê 200 kes bi jehrê ketin zêdetirî 2 hezar û 500 kes dijîn.(ÎLKHA)