Polêsê Amerîka xortekî din ê reşik kuşt

Li bajara Los Angelesa Amerîka, polês bi damençê xortekî reşik kuşt.

Ekleme: 02.09.2020 15:40:14 / Güncelleme: 02.09.2020 15:40:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di meha gulanê reşikekî bi navê George Floyd ji teref polêsan ve hatibû kuştin û ji ber vê yekê li tevahîya Amerîkayê xwepêşanên mezin dihatin lidarxistin ku doh dîsa polêsên Amerîkayê xortekî reşik bi hinceta ku rêzikên trafêkê îhlal kir bi damençê kuşt.

Di daxuyanîya ku rayedaran belav kirin, xortê reşik ê ku tê îddîakirin rêzikên trafîkê îhlal kiriye hat xwestin ku bê sekinandin ku êrîşî polêsan kir ku ji ber vê yekê hat kuştin.

Piştî ku bi bûyerê hat hesîn re bi sedan kes li cihê bûyerê kom bûn û tundîya polêsan şermezar kirin.(ÎLKHA)