Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê “Em êrîşa qirêj a ku li Qur’anê hat kirin şermezar dikin

Mehmet Eşînê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji şewitandina Qur’ana Kerîm a li Swêdê re bertek nîşan da û destnîşan kir, divê demildest tevdîr bên standin.

Ekleme: 31.08.2020 09:10:13 / Güncelleme: 31.08.2020 09:10:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Eşîn di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Di navenda Ewrûpayê de ev bêedebî hat kirin ku ev yek nîşan dide ku dijmintîya Îslamê gihaştiye çi astê.” Eşîn dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li bajara Malmöya Swêdê siyasetmedarekî Danîmarkayî û terefdarên wî êrîşeke qirêj birin li ser Qur’ana Kerîm ku ez êrîşa wan û wanan telîn dikim. Di navenda Ewrûpayê de ev bêedebî hat kirin ku ev yek nîşan dide ku dijmintîya Îslamê gihaştiye çi astê. Divê demildest tevdîr bên standin.”(ÎLKHA)