Çawîşê Pispor Musa Orhanê bersûcê îstîsmara zayendî hat berdan

Çawîşê Pispor Musa Orhanê ku tê diyarkirin destdirîjî li Îpek Er(18)a ku berî vê çendakî xwe kuşt kiriye ji teref mehkemê ve hat serbestberdan.

Ekleme: 26.08.2020 14:35:17 / Güncelleme: 26.08.2020 14:35:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

 Îpek Era ku mexdûr e di 7ê Tebaxê de serî li Serdozgerîya Komarê ya Sêrtê dabû û derheqê Musa Orhanê ku hevdû li ser medyaya civakî nas kiribûn û bi hevre hevaltî kiribûn de bi îddîaya ku destdirêjî lê kiriye gilîdar bûbû.

Di bergeha lêpirsîna ku hatibû vekirin de Musa Orhan hatibû tewqîfkiri; lê parêzerê Musa Orhanî ji qerara mehkemê re îtîraz kir û xwest ku Orhan bê berdan.

Mehkemê îtîraza parêzer qebûl kir û Musa Orhanê ku bersûcê îstîsmara zayendî ye serbest berda.(ÎLKHA)