Mesrûr Barzanî: Enfal jenosaydkirin û hewla nehîştina miletekî bû

Di salvegera 32yemîn a qetlîama Enfala Badînan de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir.

Ekleme: 25.08.2020 23:40:07 / Güncelleme: 25.08.2020 23:40:07 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama ku belav kir de destnîşan kir, bandorên enfalê heta bi dehan salên din jî dimîne û Enfal jenosaydkirin û hewla nehîştina miletekî bû.

Deqa peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya salvegera enfalkirina Badînanê:

“Berî 32 salan rêjîma Beis a Iraqê di çarçoveya proseya enfal de, dawî qonaxa enfalê li Badînanê encam da û di wê şepêlê de bi hezaran kes hatin şehîd û winda kirin û bi sedan gund jî wêran kirin.

Ji gelê Kurdistanê re, enfal ne tenê bûyer û hejmar e, belkû jenosaydkirin û hewla nehîştina miletekî bi dîrok, ciyografa, şûnwar ê jîngeh e ku bandorên wê heta  bi dehan salên din jî dimîne.

Ev bîranîna xemgîn, pêwîst e her dem me zêdetir han bide ji bo berevanîkirina li mafên miletên yên rewa û bîranîna qurbaniyên wê tawanên li hember gelê Kurdistanê hatine kirin. Yek ji ji wan mafên me yên yasayî û destûrî jî, qerebûkirina kesûkarên enfalkiriyan li gor biryara Dadgeha Tawanan a Iraqê ye.

Di dawiyê de, serê xwe bi rêz bo şehîdên enfalê û tevahiya şehîdên riya rizgarîxwar Kurdistanê ditewînim.”(ÎLKHA)