Mela Mizgîn: “Ê ku di warê vîrusê de bêtevdîr bigere û bibe sedema mirina kesekî mesûl e”

Mihemed Beşîr Varol Xoce destnîşan kir, li ser hemû kesî ferz e ku li dijî Coronavîrusê bi tevdîr hereket bikin.

Ekleme: 25.08.2020 13:40:14 / Güncelleme: 25.08.2020 13:40:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mela Mizgîn derbarê bi tevdîrhereketkirina li dijî Coronavîrusê de li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Mela Mizgîn di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Ez ji vê derê îlan dikim: Li ser hemû kesî ferz e ku li dijî Coronavîrusê bi tevdîr hereket bikin.Lewra ji ber ku em bêtevdîr hereket dikin her roj ezîzekî xwe winda dikin û dispêrin axê. Ê ku di warê vîrusê bêtevdîr bigere û bibe sedema mirina kesekî mesûl e. Lewra ê ku bi sebeb weke kesê fail e.”(ÎLKHA)