Berpirsê Şaxê Helebçê yê PDKê: Ji Çar alîyan ve êrîş li ser buroya me hat kirin

Berpirsê baskê Helebçê yê Partîya Demokrat a Kurdistanê ragihand, şeva borî ji çar aliyan ve hin kesên ku xwe wek xwepêşandêr nasandin êrîş birin li ser buroya wan a li Helebçê.

Ekleme: 23.08.2020 14:05:15 / Güncelleme: 23.08.2020 14:05:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Doh êvarî hinek kesên ku nasnameyên wan diyar in êrîş birin li ser buroya Helepçê yê Partîya Demokrat a Kurdistanê û avahîya şaredarî û qeymeqamtîyê şewitandin.

Derbarê mijarê de ji teref  Berpisê Berpirsê baskê Helebçê yê Partîya Demokrat a Kurdistanê Besam Elî  ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Elî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir; şeva borî bi rêya motorsîkletan ve gule li buroya wan hatine berdan û pişt re jî di seat 12:00ê şevê de  ji çar aliyan ve êrîş li ser  buroya wan hatiye kirin û çekên curbecur hatine bikaranîn.

Besam Elî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir “Bes tenê êrîş li buroya me hat kirin ku ev yek jî pir ecêb e.” û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Divê kesên êrîşkar demildest bên qefaltin û divê li dijî van kesên êrîşkar tevdîrên yasayî bên girtin. Tişta ku doh şevî din pêk hat ne xwepêşandan bû, çek hat bikaranîn û ev êrîş li ser avahîyên hikûmetê û buroya PDKê hat kirin.’’(ÎLKHA)