Barzanî: Ger em ber bi pêşerojeke baştir gavan bavêjin em ê vê qonaxa dijwar derbas bikin

Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi boneya 74emîn salvegera damezirandina PDKê peyamekbelav kir.

Ekleme: 16.08.2020 16:20:06 / Güncelleme: 16.08.2020 16:20:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barzanî di  peyama ku belav kir de destnîşan kir; cîhan, Iraq û Herêma Kurdistanê di rewşeke hestiyar û sexte de ne, ez hêvîdarim em ê vê qonaxa dijwar jî derbas bikin.

Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê bi boneya 74emîn salvegera damezrandina PDKê peyamek belav kir.

Temamê metna peyama ku ji teref Nêçîrvan Barzanî ve hatiye belavkirin wisa ye:

“Di 74emîn salvegera damezirandina PDKê de, bi rêz şehîdan bi bîr tînin ku ji bo azadiya Kurdistanê giyanê xwe bexişîne, silav bo giyanê wan ê pak û silav bo malbat û kesûkarên wan û bo Pêşmergeyên qehreman dişînim. Pîrozbahiyê li cenabê Serok Mesûd Barzanî, polîtburo, serkirdatî, kadro, endam, alîgir û cemawerê PDKê dikin.

PDK ji bo mafên rewa ên gelê Kurdistanê hatiye damezirandin û xebatê bo demokrasî, azadî û rêkxistina sîstema siyasî kiriye ku di saya wê de Kurdistanê serfiraz be. Bi riya xebatê de mil daye ber hemû zehmetiyan, niha jî erkê PDKê û kadroyên wê ye bi riya hikûmet û dezgehên Herêma Kurdistanê, kar ji bo baştirkirina jiyana Kurdistaniyan û derbaskirina pirsgirêk û qeyranan bikin, wek her dem destpêşxerê yekrêzî, tebayî û bi hev re karkirinê bi alî û pêkhateyên Kurdistanê bin bo parastina destkeftan.

Di vê bîranînê de tekeziyê li rola girîng û bi bandor a PDKê di çareserkirina pirsgirêkan ligel hikûmeta federalî ya Iraqê li ser binemaya destûrê û parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û bicihanîna federalîzmê dikin. Herwiha pêdagiriyê li ser girîngî û pêwîstiya karkirina li ser bingeha sazan, hevbeşî û hevsengiya di navbera tevahiya pêkhateyên Iraqê dikin bo misogerkirina aramî û seqamgîriya siyasî û pêşketinê li welat.

Di demekê de vê bîranîn dikin, cîhan, navçe û Iraq bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî di rewşeke sexte û hestiyar de ye, kadro, encam û cemawerê PDK ligel Kurdistaniyan xe li ber van bargiraniyan girtine û bi berdewam dirêjiyê didin karwanê xebat û têkoşînê, di vê bîranînê de spasiya wan dikin, silav û rêz û pêzanîn bo xweragiraniya wan, piştrast im bi xweragirî û têkoşînê vê qonaxa zehmet derbas bikin û em bi hêvî ne ku em ber bi pêşerojeke baştir gavan bavêjin.

Nêçîrvan Barzanî

Cîgirê Serokê PDKê

16ê Tebaxa 2020” (ÎLKHA)