Rusya di cîhanê de bû yekemîn dewleta ku vaksîna coronavîrusê çêkir

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn destnîşan kir ew ê hilberîna vaksînê di demeke kurt de dest pê bike.

Ekleme: 11.08.2020 15:25:08 / Güncelleme: 11.08.2020 15:25:08 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Putînê ku bi endamên hikûmetê re civînek li dar xist destnîşan kir, Rusya di cîhanê de bû yekemîn dewleta ku vaksîna coronavîrusê çêkir û vê yekê da tescîlkirin.

Putîn di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir vaksîna ku hatiye çêkirin ji bo êşê pir feydeya wê heye  û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ez hêvî dikim ku li cîhanê li dijî coronavîrusê gelek vaksîn bên çêkirin. Vaksîna ewil li ser qîza min hat ceribandin û niha rewşa wê baş e.”(ÎLKHA)