Rusya di cîhanê de bû yekemîn dewleta ku vaksîna coronavîrusê çêkir
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn destnîşan kir ew ê hilberîna vaksînê di demeke kurt de dest pê bike.
![Rusya di cîhanê de bû yekemîn dewleta ku vaksîna coronavîrusê çêkir](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/_uI7GXKlLqegwuYDZEEiElRbgDc=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/33/rusya-di-cihane-de-bu-yekemin-dewleta-ku-vaksina-coronaviruse-cekir-0c2d5fbd.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Putînê ku bi endamên hikûmetê re civînek li dar xist destnîşan kir, Rusya di cîhanê de bû yekemîn dewleta ku vaksîna coronavîrusê çêkir û vê yekê da tescîlkirin.
Putîn di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir vaksîna ku hatiye çêkirin ji bo êşê pir feydeya wê heye û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ez hêvî dikim ku li cîhanê li dijî coronavîrusê gelek vaksîn bên çêkirin. Vaksîna ewil li ser qîza min hat ceribandin û niha rewşa wê baş e.”(ÎLKHA)