Bi hezaran kes ji bo ku nimêja înê li Mizgefta Ayasofyayê eda bikin berê xwe dan Stenbolê

Piştî 86 salan ew ê caral ewil li Mizgefta Ayasofyayê nimêja înê bê edakirin. Bi hezaran Misliman ji bo ku nimêja înê li Mizgefta Ayasofyayê eda bikin berê xwe dan Stenbolê.

Ekleme: 24.07.2020 13:40:06 / Güncelleme: 24.07.2020 13:40:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji bajarên Tirkîyê û ji gelek welatan Misliman ji bo nimêja înê li Mizgefta Ayasofyayê eda bikin hatin Stenbolê. Mislimanên ku hatin Stenbolê serê şeveqê berê xwe da Mizgefta Ayasofyayê.

Ji bo nimêjê 5 meydan hatin diyarkirin ku 3 ji van ji bo zilaman û 2 jê jî ji bo pîrekan e.

Serê şeveqê derdora seat  10an de ji camîyê dengê sala û tekbîran bilind bû û dû re Qur’ana Kerîm hat xwendin. Dû re jî sûreyên Kehf, Meryemû Yasîn, Feth, Îxlas, Feleq û Nas hatin xwendin.

Welatîyên ku dixwazin nimêja înê li Ayasofyayê bikin piştî ku ji xalên kontrolê derbas dibin re derbasî qadê dibin û ji bo nimêjê cihê xwe digirin.

Ji ber Coronavîrusê bes ew ê nêzî hezar û 500 kes di hundirê camîyê de nimêjê bikin; lê ew ê bi hezaran welatî karibin di hewşa mizgeftê nimêja xwe eda bikin.(ÎLKHA)