Li Amerîkayê hejmara mirîyan derket 138 hezar û 273 kesî

Li Amerîkaya ku lê Coronavîrus her ku diçe tesîra xwe zêde dike di rojekê de zêdetirî 64 hezar kes bi coronavîrusê ketin.

Ekleme: 15.07.2020 08:55:13 / Güncelleme: 15.07.2020 08:55:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkînsê ve hatiye belavkirin; di rojeke dawî de li Amerîkayê bi zêdetirî 64  hezar kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 3 milyon û 480 hezar û 97 kesî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 476  kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 138 hezar û 273 kesî.(ÎLKHA)