Li Amerîkayê hejmara mirîyan derket 138 hezar û 273 kesî
Li Amerîkaya ku lê Coronavîrus her ku diçe tesîra xwe zêde dike di rojekê de zêdetirî 64 hezar kes bi coronavîrusê ketin.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkînsê ve hatiye belavkirin; di rojeke dawî de li Amerîkayê bi zêdetirî 64 hezar kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 3 milyon û 480 hezar û 97 kesî.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 476 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 138 hezar û 273 kesî.(ÎLKHA)