Li Kamerunê di 6 mehên ewil de 45 kes ji ber kolerayê mirin

Ji meha Çileyê vir ve li Kamerunê 983 kes bi kolerayê ketin û 45 kes jî ji ber kolerayê canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 10.07.2020 14:09:25 / Güncelleme: 10.07.2020 14:09:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref rayedarên Kamerunî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin ji serê sala 2020an vir ve herî kêm 983 kes bi kolerayê ketin û 45 kes jî canê xwe ji dest dan.

Rayedar destnîşan dikin ji ber tunebûna ava paqij û nepaqijîyê kolera tesîra xwe zêde dike.(ÎLKHA)