Parêzgarê nû yê Duhokê li pêşiya Serokê Herêma Kurdistanê, sunda yasayî xwar

Di merasîmeke ku hat lidarxistin de Parêzgarê nû yê Duhokê Dr. Elî Teter sunda yasayî xwar.

Ekleme: 30.06.2020 12:30:20 / Güncelleme: 30.06.2020 12:30:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di gotinekê de, Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li parêzgarê nû yê Duhokê kir û hêviya serkeftinê di erk û karê wê yê nû de xwest. Herwiha amaje kar û xiznetên wî yên berê kir, ku hêvî kir bikaribe wisa xizmeta parêzgeha Duhokê jî bike.

Nêçîrvan Barzanî spasiya parêzgarê berê Ferhad Etrûşî jî kir ku di demeke hestiyar û pir kirîz de parêzgarê Duhokê bû û tevî wê yekê jî xizmeteke berçav pêşkêşî parêzgeha Duhokê kir û hêviya serkeftinê di erk û karê wî yê nû de xwest.

Ji aliyê xwe ve, Dr. Elî Teter tekez kir ku ewê bi hemû hêza xwe xizmeta parêzgeha Duhokê bike û dê hemû hewlên xwe bide ku kar û erkên xwe bi baştirîn şêwe bicîh bîne.(ÎLKHA)