Li Bangledeşê hejmara kesên pêketî derket li ser 112 hezarî

Li Bangledeşê di 24 seatên dawî de bi 3 hezar û 531 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin.

Ekleme: 21.06.2020 15:05:14 / Güncelleme: 21.06.2020 15:05:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Nasîma Sultanayê rayedarê Wezareta Tenduristîyê yê Bangledeşê destnîşan kir di 24 seatên dawî de 39 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 1464an.

Sultana di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir di 24 seatên dawî de bi 3 hezar û 531 kesên din re jî vîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 112 hezar û 306 kesî.(ÎLKHA)