Di encama şewata ku derket de 600 donim genim şewitî

Li Qosera navçeya Mêrdînê ji ber şewata ku derket 600 donim genim şewitî.

Ekleme: 02.06.2020 10:55:12 / Güncelleme: 02.06.2020 10:55:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li gundê Kocalarê di nav erdekî ku lê genim hatibû çandin de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn şewat derket û ji ber tesîra bayê şewat di demeke kurt de mezin bû û belavî erdên li derdorê bû.

Gundîyên ku bi şewatê hesîyan bi traktoran hewl dan êgir bitefînin û xeber dan îtfaîyê. Di encama xebatên ku hatin kirin de êgir piştî demekê hat kontrolkirin.

Li gorî agahîyên ku ji şahidan hatine wergirtin 3 kesên ku nasnameyên wan nediyar in hatine herêmê û erdê ku lê genim çandîbû şewitandine û ji cihê bûyerê revîyane.

Kesên ku erdên wan hatin şewitandin ji rayedaran alîkarî teleb kirin û daxwaz kirin kesên ku erdên wan şewitandine bên girtin.(ÎLKHA)