Li Îngîlterê ji bo reşikê ku li Amerîkayê hat kuştin xwepêşan dest pê kirin

Li Amerîkayê reşikê bi navê George Floyd dema ku hat xwestin bê binçavkirin ji teref polêsan ve hat kuştin ku ji ber vê yekê ev çend roj in li Amerîkayê bênavber xwepêşan tên lidarxistin.

Ekleme: 01.06.2020 11:40:14 / Güncelleme: 01.06.2020 11:40:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Xwepêşanên ku di destpêkê de li bajara Mînneapolîsê dest pê kirin di demeke kurt belavî 30 bajarên Amerîkayê bûn.

Li Îngîlterê xwepêşandêrên bi navê "Black Lives Matter’ jî ji bo reşikê bi navê George Floydê ku li Amerîkayê hat kuştin daketin kolanan û xwepêşan lidarxistin.

Xwepêşandêr destnîşan kirin "Ger Edalet Tunebe Wê Demê Hizûr Jî Tune ye" Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ew ê xwepêşanên wan berdewam bikin.(ÎLKHA)