Li Amerîkayê bi hezaran xwepêşandêr bi polêsan şer kirin

Ji ber ku li Mînneapolîsa bajara Amerîkayê kesekî reşik ji teref polêsan ve hat xeniqandin bi hezarana kes daketin kolanan û bi polêsan re şer kirin.

Ekleme: 27.05.2020 13:30:07 / Güncelleme: 27.05.2020 13:30:07 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Doh li Amerîkayê polêsan yekî reşik xwestin ku binçav bikin, di dema binçavkirinê de destên kesê reşik hat kelepçekirin û li erdê hat dirêjkirin, lê belê ji ber ku polêsek çokê xwe danî li ser stûyê kesê reşik bêhna wî çikîya û mir.

Ji ber vê yekê li bajêr bi hezaran kes daketin kolanan û kuştina kesê reşik protesto kirin û bi polêsan re pev çûn.

Hat ragihandin derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û 4 polêsên ku têkilîya wan bi bûyerê re hebûn ji wezîfê hatin dûrxistin.

Serokê Şaredarîya Mînneapolîsê Jacob Frey derbarê kuştina kesê reşik de daxuyanîyek da  û ji Amerîkayîyên ku eslê xwe Afrîkayî ne lêborîn xwest û got "Divê cezaya reşikbûna li Amerîkayê ne mirin be."(ÎLKHA)