Birêveberîya Efxanistanê dê 2 hezar endamên Talîbanê yên ku girtî ne serbest berde

Doh ji ber minasebeta Îda Remezanê di navbera Talîban û Kabîlê de agirbest hatibûn îlankirin.

Ekleme: 25.05.2020 14:15:06 / Güncelleme: 25.05.2020 14:15:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sadiq Sadiqîyê Berdevkê Serokomarê Efxanistanê derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî destnîşan kir “Serokomar ji ber agirbesta ku di îdê de bi Talîbanê re hat kirin talîmat daye ku nêzî 2 hezar endamên Talîbanê yên ku hatine girtin bên serbestberdan û ji bo vê yekê pêvajo hatiye destpêkirin.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji bo pêvajo bi ser bikeve ew ê hinek gavên din jî bên avêtin.(ÎLKHA)