Serokê Karên Diyanetê ji bûyera li Îzmîrê re bertek nîşan da

Alî Erbaşê Serokê Karên Diyanetê ji weşandina sitranan a li Îzmîrê ji camîyan re bertek nîşan da û destnîşan kir ev êrîşa qirêj a ku hatiye kirin ne ya qebûlkirinê ye.

Ekleme: 22.05.2020 13:50:13 / Güncelleme: 22.05.2020 13:50:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Erbaş di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir ew derbarê hewadîsa ku pêk hatiye de gilîdar bûne û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji teref rayedaran ve derheqê wan kesên ku vê tiştê qirêj û provakatîf kirine û derheqê wan kesên ku vê yekê ji ser medyaya civakî parvekirine de lêpirsîn hat destpêkirin. Em ê bibin şopînerê vê meselê.”(ÎLKHA)