Di Qesra Spî de ji ber Coronavîrusê tirs hakim e!

Di Qesra Spî de bi kesên ku di hêzê wezîfê ya lijneya ku ji bo koordînasyona micadeleya li dijî Covid-19 hatibû damezrandin de coronavîrus hat tespîtkirin.

Ekleme: 10.05.2020 12:20:06 / Güncelleme: 10.05.2020 12:20:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Piştî Serokê FDAyê Stephem Hahn re vêcarê jî Dîrektorê CDCyê Robert Redfield xwe ji bo 2 heftîyan xist karantînayê.

Hat ragihandin ev her du kesên ku di Qesra Spî de wezîfedarên û bi fikara Coronavîrusê xwe xistine karantînayê dê li ser vîdeo konferansê beşdarî rûniştina Coronavîrusê ya ku dê heftîya pêşîya me bê tertîpkirin bibin.

Doh bi  Katîe Mîîlera Berdevka Alîkarê Serokê Amerîkayê Mîke Pence re jî Coronavîrus hatibû tespîtkirin.(ÎLKHA)