Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser milyonek û 393 hezarî

Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket milyonek û 393 hezar û 514 kesî.

Ekleme: 09.05.2020 13:05:17 / Güncelleme: 09.05.2020 13:05:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.

Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar  223  hezar û  749 kes e.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 276 hezar û 386an û hejmara kesên pêketî jî derket 4 milyon û 27 hezar û 68 kesan.(ÎLKHA)