Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser milyonek û 393 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket milyonek û 393 hezar û 514 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 223 hezar û 749 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 276 hezar û 386an û hejmara kesên pêketî jî derket 4 milyon û 27 hezar û 68 kesan.(ÎLKHA)