Di roja duyemîn a qedexeya derketina derve de li kolanên Diyarbekirê dîsa bêdengî hakim e

Di bergeha tevdîrên Coroanvîrusê de li 31 bajaran ji bo roja în, şemî û yekşemê qedexeya derketina derve hat îlankirin ku yek ji wan bajaran jî Diyarbekir e.

Ekleme: 02.05.2020 16:05:19 / Güncelleme: 02.05.2020 16:05:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Piştî ku qedexeya derketina derve hat îlankirin re li kolanên Diyarbekirê bêdengî hakim bû. Polêsan li gelek xalên bajêr cihên kontrolê saz kirin û di nav bajar de dewrîye davêjin.

Ji ber Coronavîrus ku li Wuhana Çînê derket holê li tevahîya cîhanê heta niha zêdetirî 238 hezarî însan mirin û zêdetirî 3 milyon însan jî bi vîrusê ketin.

Ji ber belavbûna vîrusê li Tirkîyê ev bû cara sêyemîn ku qedexeya derketina derve tê îlankirin.

Bajarên ku lê derketina derve hatiye îlankirin û ew ê heta roja duşemê berdewam bike wisa ye:

Edenê, Enqere, Entalya, Aydin, Balikesîr, Bursa, Denîzlî, Diyarbekir, Erzerom, Eskîşehîr, Entabê, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Maraş, Kayserî, Kocaelî, Konya, Malatya, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mugla, Ordu, Sakarya, Samsun, Riha, Tekîrdag, Trabzon, Wan û Zonguldak.(ÎLKHA)